Dadgeha Make Qanûnê Betal Kir

Esker di dadgeha sîvîl de dê bê darizandin...

Eskerên ku li qadên eskerî sucên ji der eskeriyê dikin, dê li dadgehên sîvîl bên darizandin. Dadgeha eskerî ya Hezên Hewayê, îtîraz li guhertina xala 145. ya qanûna bingehînkiribû. Ev îtîraz hat kirin.
Xala 145. ya Qanûna bingehîn hate guhertin. Bi vî avayî di qada daraza eskerî de jî guhertin hate kirin.
Dadgeha Eskerî ya Fermandariya hêzên Hewayê derheqê vê xalê de îtîraz kir û serî li Dadgeha Qanûna Bilind da.
Qanûna Dadgeha Bingehîn jî bîryar da ku ji vir şunda eskerên ku li qada eskerî û suçên der wezîfeya eskerî bikin, dê di dadgehên sîvîl de bên darizandin.
Bi vî awayî heke eskerek hemberî hemwelatîyekî sivîl sucekî bike dê li dadgeha sîvîl bê darizandin. Heke eleqeya bûyerê ji vezîfeya eskerîyê re tunebe dadgehên eskerîyê nikarin li vê dozê binêrin. Û doz dê di dadgeha sîvîl de bê dîtîn.
Di bîryara Qanûna Dadgeha Bilind de qada vezîfeya dadgehên eskerî ji nûve hat îfade kirin û hate gotin ku ji bilî dema şerê, dadgeha eskerî nikare li wan dozan binêre.
Bîryar da Rojnameya Fermî de hate weşandin û kete rewacê.


 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin