DAIŞ bajarokê Til Koçerê topbaran dike

DAIŞ bajarokê Til Koçerê topbaran dike

Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê ragihand ku çend top li bajarokê Til Koçera Rojavayê Kurdistanê li ser sînorê Başûrê Kurdistanê, ketin.

Rewangehê da zanîn ku di encama ketina wan guletopan de, herî kêm 7 hemwelatî birîndar bûne.

Rewangeha Mafên Mirovan diyar kir ku topbarankirina bajarokê Til Koçer ku di jêr kontrola Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye ji bo demekê berdewam kiriye.

Rewangehê li ser zarê çalakvanên deverê veguhest ku hêzên Rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) ji aliyê Iraqê ve bajarokê Til Koçerê topbaran dikin.

Bajarokê Til Koçerê ku li bakurê rojhilatê Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê dikeve li ser sînorê Başûrê Kurdistanê li hember bajarokê Rebîeyê ye û niha di jêr kontrola YPGê de ye.

Piştî pêşketina hêzên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) li deverên Şingal, Zûmar û Rebîe her du aliyên sînorê deverê di nava aloziyên tund de ne.

Rûdaw

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar