DAIŞ: Şerê ligel Pêşmerge gelek giran bû

DAIŞ: Şerê ligel Pêşmerge gelek giran bû

Piştî girtina bajarokê Şingalê, çekdarên rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) di daxuyaniyekê de ragihand ku şerê wan ligel Hêzên Pêşmerge “gelek zehmet” bû.
 

Duhî, 03.08.2014, çekdarên DAÎŞê êrîş kirin li ser Şingalê û piştî vekişana Hêzên Pêşmerge, çekdarên DAÎŞê derbasî bajarok bûn û dest bi kuştinê kirin.
 

Zaniyariyên destpêkê behsa wê yekê dikin ku çekdarên DAIŞê daxwaz ji xelkê Şingalê kirine ku, yan divê bibin misilman yan jî dê bên kuştin û heta niha 10 xort jî kuştine.
 

Di daxuyaniyekê de ku DAIŞê li ser torên civakî belav kiriye, tê de hatiye: “Hêzeke mezin ji xîlafeya îslamî, bo temam kirina fetha pîroz ku ev çend rojan hatiye dest pê kirin, ber bi navçeyên bakur û rojavayê wîlayeta Neynewa ve bi rê ketin.”
 

Di beşekî din ê daxuyaniyê de, behsa wan cihan tê kirin ku DAIŞê girtine wek, Şingal, Rebîe û Wanikê li nêzîk Mûsilê.
 

DAÎŞ di daxuyaniya xwe de amaje dike ku şerekî giran li gel Pêşmerge û asayişê kirine.
 

Piştî êrîşa DAÎŞê ya ser Şingalê, hejmareke mezin ji kurdên êzidî derbederî çiyê bûn û beşek ji wan hatin Başûrê Kurdistanê. Çavkaniyekî bi Tora Medyayî ya Rûdawê ji çiyayê Şingalê got: “Di heyama çend demjimêrên borî de, 10 zarok û 5 kalanl jiyana xwe ji dest dan.”
 

Wê çavkaniyê diyar kir jî ku: “Ez bi xwe beşdarî bi xak spartina 10 zarok û 5 kalan bû. Rewşa tenduristî ya gelek zarokan jî xirabe. Hinek ji wan zarokên me bi xakê spartin. Tenê me ew bi keviran nixumandin ji ber ku kel û pelê pêwîst bo veşartina wan li cem me nebûn.”

Çakaniyê ji Rûdawê re di dawiyê de got: “Li vê derê trajediyeke mezin heye. Nan û av nîne.”

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar