Welatiyê Fransayê Herve Pierre Gourdel ku li Cezayîrê ji hêla rêxistina “Leşkerên Xîlafetê” hatibû revandin, hate kuştin.
Vîdyoya kuştina desteserê frensî, bi serenavê “Peyama xwînî bo hikûmeta Frensayê” hate weşandin û di vîdyoyê de dîmenên serjêkirina Gourdelê tên nîşan dayîn.
Hê berê hikûmeta Frensayê dabû xuyakirin welatiyekî wan li rojhilatê Cezayîrê hatiye revandin. Rexistina “Leşkerên Xîlafetê” ku bîadê DAIŞê kiriye aşkera kiribû çiyahilkêşê frensî Gourdel ji hêla wan ve hatiye revandin.
Rêxistina navborî daxuyaniyek weşandibû û ji hikûmeta Frensayê xwestibû di nava 24 demjimêran de êrişên asmanî rawestînin û gef li kuştina Herve Fierre Gourdelê xwaribûn. Pişre jî cih dabûn axaftina Gourdelê.
Gourdel di qeydê vîdyoyê de dibêje, ji bajarê Niceyê ye û sala 1959ê ji dayîkbûye. Roja 20ê îlonê derbasî Cezayîrê bûye û ji roja yekşemê ve di destê vê komê de ye.
Rûdaw