Dana Xwarina Fitariyê

Umut-Der a Edenê, Ji Bo 500 Kesî Xwarina Fitariyê Da

Çawa meha remezanê bixêr û bereket e, xîzmet û îbadet û alîkariyên tê de tê kirin jî, gelek bixêr in. Ji ber vê yekê, hem şexsî hem jî komelî alîkarî tên kirin. Nexasim kesên feqîr di vê mehê de nayê jibîrkirin. Komelên Îslamî, li feqîr û reben û belengazan, ğida û eşya belav dikin, êvarê jî wan difitirînin.

Li Edenê jî komela Umut-Der Gida Bankasi, li merkeza çarşiyê, xwarina fitariyê da. Li meydana Beş Ocakê, nêzî 500 kes beşdarî xwarina fitariyê bûn. Mensûb û dildayê komelê, bi şahiyek mezin xizmeta rojîgeran kir.

Derbarê xizmetên komelê de, serek Selahaddîn Yenîay wiha diyar kir “Me xizmetên xwe, di vê mehê de, qatek zêde kir. Alîkariyên xêrxwazan yên giha me, me li feqîr û hewcedaran belav kir. Ji bo dana xwarina fitariyê jî, me muracaet kir û me aktîvîteke fitariyê li merkeza sûkê li dar xist. Elhemdûlîllah xelkê me teveccuhî fitariyê kir. Eger Xweda bike nisîb, em dixwazin çend carên din jî fitariyê wiha bidin.”

Bernama Xwarina fitariyê, ji teref Mela Ekrem Xoce, bi xwendina duayê qediya. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin