Darbeya 27ê Gulanê

53 sal berî niha li Tirkiyê darbeya eskeriyê pêk hat. Serekwezîrê wê dewrê Adnan Menderesê li giravayê Îmraliyê, piştî rapora heyta diktoran ya saxlemiyê hatibû bi dar ve kirin. Bi darbeyê êdî wesayeta eskeriyê jî dest pê dikir.

53 sal berî niha li Tirkiyê darbeya eskeriyê pêk hat. Serekwezîrê wê dewrê Adnan Menderesê li giravayê Îmraliyê, piştî rapora heyta diktoran ya saxlemiyê hatibû bi dar ve kirin. Bi darbeyê êdî wesayeta eskeriyê jî dest pê dikir.

Li Tirkiyê di 1946an de pirpartiyî dest pê kiribû. Di 1950 de partiya demokrat di hilbijartinan de bûbû yekem û di di tarîxa cimhûriyeta Tirkiyê de cara ewilî îktîdar ji destê CHPê derdiket. Ji partiya Demokratê Celal Bayar dibû serekcimhûr, Adnan Menderes jî dibû serekwezîr. Di hilbijartinên 27ê cotmeha 1957an de jî, partiya demokrat îktîdara xwe mihefeze dikir.

Lê belê rageşiya beriya hilbijartinê, piştî hilbijartinan jî dewam kir. Rageşî li kuçan belav bû. Di 27ê Gulana 1960î de eskeriya Tirkiyê tank meşandin, girte ser radyoyê û ji devê albayê qûrmay Alpaslan Turkeşê ve, beyana darbeyê da xwendin. Li gelek kesan qirara îdamê hat birîn. Feqet tenê ji bo Adnan Menderes û wezîrên wî Fatîn Ruşdu Zorlu û Hasan Polatkan di 16 û 17ê Îlona 1961ê de hatin tetbîqkirin. Piştî îdamê, ji jina Adnan Menderesê, mesrefa Menderes ya xwarin û vexwarina roja dawîn û mesrefa melle û cellat jî hat stendin. 9 roj piştî îdamê, çewalê ku ben û îşlikê îdamê tê de bûn, ji jina Adnan Menderes re hat şandin. BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar