Darên li Kulliyeya Mizgefta Dîrokî ya Zeynel Abîdîn jê kirin

Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn darên li Kulliyeya Mizgefta Dîrokî ya Zeynel Abîdîn hatinjêkirin.

Hat ragihandin li Nisêbîna navçeya Mêrdînê ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn darên li hewşa Kulliyeya Mizgefta Dîrokî ya Zeynel Abîdîna ku di bin kontrola Midûrtiya Heremê ya Weqfan de ye  hatin  jêkirin. Kulliyeya Mizgefta Dîrokî ya Zeynel Abîdîn a ku darên wê hatine jêkirin  xwediyê dîrokekî 900 salî ye.

Cemaeta mizgeftê dema ku rewşa darên li hewşa camiyê dîtin ji rewşê re bertek nîşan dan û pirs kirin çima bi dehan darên çamê hatine jêkirin.

Cemaeta mizgeftê bûyera jêkirina darên li hewşa mizgeftê ji Miftîtiya Bajêra Mêrdînê re ragihandin û destnîşan kirin di derbarê jêkirina daran de ji teref tu saziyê ve daxuyaniyek nehatiye dayîn û her wiha cemaet destnîşan kir darên ku hatine jêkirin ne yên  ziwa  yên hêşîn in.

Cemaeta mizgeftê di derbarê mijarê de berteka xwe wiha nîşan da: “ Doh hatin mizgeftê û daran jê kirin, elbet me ji rewşê re bertek nîşan da. Me got hûn çima daran jê dikin? Ji me re gotin ku ‘muhendis li wê derê ye jê pirs bikin.’ Muhendis jî got ku ‘ji me re hatiye gotin ku wan daran jê bikin em jî jê dikin.’ Mizgeft girêdayê Midûrtiya Herema Weqfan e. Nahêlin ku mîzekî bikutin; çawa dihêlin van daran jê bikin. Ez vê yekê fêm nakim. Bêhna van darên çaman pir xweş bû, ma ne heyf bû?  Bial rayedar eşkere bikin çima van daran jê kirine. Kesên ku daran jê kirin gotin ku em ê darên xweşiktir biçînin. Lê ji ber ku ji wan re bertekeke tund hat nîşand dan ji vê derê çûn. Weke ku hûn jî dibînin darên ku jêkirine tevan kirine qurmik.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe