Davûtoğlu Rojev Nirxand

Serokwezîr Ahmet Davutoğlu, tevlî bernameya TRTê bû û rojev nirxand. Da zanîn wê mekanîzmaya ku li serokwezîrtiyê ji bo pêvajoya çareserîyê ya bi Pkkê re tê meşandin hatiye avakirin, herî dereng 15 rojan carekê di serokatiya wî de bicive.

Serokwezîr Ahmet Davutoğlu tevlî bernameke TRTê bû û li ser pêvajoya çareseriyê xeber da. Îfade kir ku wê civîna heyeta wezîran heftê carekê pêk bînin û wê mekanîzmaya ku pêvajoya çareseriyê îdare dike, du heftan carekê di serokatiya wî de bicive. Davutoğlu got ku wê çavên xwe, ji îxlalên nîzama qamûyê yên li ser navê pêvajoya çareseriyê tên kirin re negrin.  

Davûtoğlu got difikirin ku di dewra pêş de ji merivên aqilmend jî aktîf îstîfade bikin. Tercîheke bizanebûn e ku Serokatiya Diyanetê bi serokwezîrtiyê ve hatiye girêdan. Divê otorîteya kesayetên dînî ya di civatê de, ji aliyê siyasetê ve jî bê naskirin.

Davûtoğlu li ser operasyonên li ser grûba Gulenê jî weha got: “Di demên dawîn de rêxistineke di nav emniyet û yargiyê de ket hewlên paralelê. Em dizanin ku hewlên wiha çawa Osmanî hilweşandiye. Ew ê desîseke wiha li Tirkiyê careke din neyê kirin.”

Serokwezîr Davutoğlu li ser hilbijartina Heyeta Bilind a Hakim û Sewciyan ku wê di 13ê Cotmehê de bê rastkirin jî beyan kir ku Ak Partî HSYK a bi tenê na, HSYK a piranî dixwaze.

Davutoğlu destnîşan kir ku wê di warê heqên reha û baştirkirina şertên heyatê yên endamên hîndekariyê de, gav bên avêtin û weha got: “Neyta me heye ku di vê mijarê de xebatên şoreşî pêk bînin.”

Çınarın Sesi

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar