Daxistina Kontenjana Heciyan

Dewleta Siûdî Erebistanê ji ber xebatên firehkirina hawêrdora Kabeyê, ji welatan xwest ku ji kontenjana hecîyên xwe, ji sedî 20 daxînin. Li gorî vê xwestinê divê ji 74 hezar kontenjana heciyên Tirkiyê ya îsal, 14 hezar û 800 kes bên derxistin.

Li ser vê xwestinê serokatiya Dîyanetê heyetekê şand Siûdîyê. Heyeta bi serokatiya Ekrem Keleş, li Cîde û Mekkeyê bi rayedarên wezareta hecê ya Siûdî re hevdîtin pêk anîn. Heyet dixwaze ku kontenjan neyê kêmkirin û namzedên hecê mexdûr nebin.

Alîkarê serokê Diyanetê Ekrem Keleş wiha got “Divê îsal em dîsa peşkek din bavêjin ku 14 hezar û 800 kes ji kontenjanê bên derxistin. Em ê van kesan di sala pêş de bibin hecê. Ji sala 2007an vir ve, kesên ku qûr’eya wan dernakevin, me dixwest em wan bibin hecê, lê em ê nîva wan bihêlin sala 2015an.” BANGAHEQ

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin