Di derbarê qetlîama ku duh HDPyîyan li gundê Xanikê ya ku girêdayîye Hezexa Şirnexê kiribûn de walîtîya Şirnexê daxuyanîyek belav kir.
Di daxuyanîyê de wiha hat diyar kirin: “Di navbira HDPyîyên ku hatibûn gund û HUDA PARîyan gengeşî derket. Di dema gengeşîyê de du kesên ku hatin diyar kirin ku HDPyî ne bi çekên lûlê dirêj li ser xelkê reşandin. Di encama reşandinê de 2 kesên ku HUDA PARî ne birîndar bûn. Di encama êrîşê de 2 kesên ku HUDA PARî bûn li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan.”
Di dewama daxuyanîyê de wiha hat îfade kirin: “ Di derbarê mijarê de du gumanbar hatin girtin û çekekî ku di bûyerê de hatibû bi kar anîn hat bi dest xistin. Di derbarê mijarê de lêpirsîn didomin.”(ÎLKHA)