Li gundê Qirqata Gercewsê û li gundikên wê yên bi navê Qasrikê û Kiryasê di gelek waran de zehmetî tên kişandin.
Gundî diyar kirin li gundên wan navenda tenduristiyê tuneye, rêyên wan xerabûyîne û ew di warê paqijiyê de zehmetiyê dikşînin ku ew ji ber vê yekê niha li benda xizmetê ne.
Kesê bi navê Abdullah Temîz di axavtina xwe ya ku di derbarê mijarê de kir de destnîşan kir ku ew mexdûrê salên 90î ne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di salên 90î de ji ber zextên dewlet û PKKê em mecbûr man ku koçî Êlihê bikin. Em hêj li Êlihê ne. Malên me yên dîrokî bi hilweşînê re rû bi rû mane. Em dixwazin vegerin malên xwe û ji ber vê yekê me serî li Qeymeqamtiya Gercewsê da da ku rêyên me çêbikin. Ji qeymeqamtiyê rayedar hatin û kordînatên rê girtin. Ji me re gotin ku em ê vegerin. Lê ev 3-4 sal e ku em li benda wan in. Carekê kepçeyekê şandin, ew jî çend rojan xebitî û cardin çû. Ji ber ku me derd û kulên xwe hewil da bi wasitaya çapemeniyê bînin zimên rayedarên Midûrtiya Îdareya Taybet kepçê vekişand û cardin neşand.”
“Daxwaziya me bes çêkirina rêya me ye”
Temîz di berdewama axavtina xwe de destnîşan daxwaziya me bes çêkirina rêyên gund e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Li vê derê pêwîst e 800-900 metro rê bê çêkirin, lê rayedar dibêjin divê 1200 metro rê bê çêkirin. Me berî niha v gotibû: Bila Qeymeqamtiya Gercewsê bes rêyên me çêbike. Malên me yên dîrokî bi hilweşînê re rû bi rû mane. Em dixwazin vegerin malên xwe û malên xwe bêyî destekê malên xwe restore bikin. Ji ber vê yekê me serî li Qeymeqamtiya Gercewsê da da ku rêyên me çêbikin. Em mexdûrên salên 90î ne ku em ji ber vê yekê dixwazin bila rêyên gundê me çêkin. Em heqê xwe dixwazin. Em ji ber mexdûriyetê jî tu tazmînatê jî naxwazin.”
“Gundî bi wesayîtên xwe nikarin herin devê deriyên malên xwe”
Kesê bi navê Hesen Altun jî destîşan kir ji ber ku rê tune ye gundî bi wesayîtên xwe nikarin herin devê deriyên malên xwe û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Bi daxwaza gundiya dest bi xebata vê rêyê kirin. Ev 3 meh e ku di vî halî de ye. Rê hatiye kolan û temamê axê li ser rê hiştine. Qismek gund ji rê gelekî dûr e. Divê ev rê bê çêkirin. Gundî bi wesayîtên xwe nikarin herin devê deriyên malên xwe. Bi piyatî diçin malên xwe û eşya û barên xwe li ser milên xwe dikin. Ger ev rê bê çêkirin pir baş çêdibe. Daxwaziya me çêkirina rê ye.”(ÎLKHA)