Dayika ku bi hesreta lawê xwe yê Yûsufî wefat kir hat definkirin

Dayika ku bi hesreta lawê xwe yê Yûsufî wefat kir hat definkirin. Birayê Xeyrettîn Demîrtaşê ku ev 23 sal e ji ber nasnameya xwe ya Îslamî di girtîgehê de tê girtindiyar kir ‘berî ku diya min wefat bike bi hesret navê kekê min bi lêv dikir.’

Vehbiye Demîra ku diya Xayrettîn Demîr e ji teref naskirî, hezkirî û ji teref dost û hevalên  lawê xwe yên dozê ve ber bi ebediyetê ve hat oxirkirin.

Vehbiye Demîra ku li Nisêbîna Mêrdînê îqamet dikir ev demek dirêj e ku ji ber nexweşiya xwe tedawî didît. Vehbiya ku nexweş bû doh serê şeveqê rehmet kir. Demîra ku rakirin mirîxanê îro li Goristana Heciyan hat definkirin.

Piştî karên defrnê Nureddîn Demîrê lawê Vehbiye Demîr e di derbarê mijarê de diyar kir  diya wî ya ku nexweş bû û ketiba nav dest û piyan her tim kekê wî yê ku ev 23 salan ji ber nasnameya xwe ya Îslamî di girtîgehê de ye zikir dikir.

Demîr di berdewama axavtina xwe de diyar kir  diya wî  digot ‘Min carek din lawê xwe dîtibana û miribana’ û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ev 23 sal e ku kekê min di girtîgehê de ye ku ev yek pir êş û elem da kişandin û di van salên dawî de jî ket nav dest û piyan. Diya min ji ber ku ketibe nav dest û piyan nikaribû dîtina lawê xwe. Diya min bi hesret navê kekê min bi lêv dikir.”

ÎLKHA









İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin