Dayîkekî din jî bi hesreta lawê xwe wefat kir

Dayîka M. Siddik Yilmazê ku di sala 1992yan de ji teref PKKê ve hatibû qetilkirin û Mîthat Yilmazê çendîn sal e ji ber nasnameya xwe ya Îslamî di zindadanê de ye wefat kir.

Cemîle Yilmaza 92 salî ya dayîka M. Siddik Yilmazê ku di sala 1992yan de ji teref PKKê ve hatibû qetilkirin û Mîthat Yilmazê çendîn sal e ji ber nasnameya xwe ya Îslamî di zindadanê de ye wefat kir. Yilmaz ji teref heskiriyên xwe ve hat definkirin.

Cemîle Yilmaza ku ev demekî dirêj bû di nexweşxaneyê de tedawî dibû di derdora saet 16.30an de li Goristana Girbêreşkê ya Êlihê hat definkirin. Mîthat Yilmazê lawê Cemîle Yilmaz ê ku di girtîgehê de ye nekarî beşdarî merasîma dayîka xwe bibe.

Davut Yilmazê lawê Cemîle Yilmaz destnîşan kir wan ji bo ku birayê wî yê Mîthat ê di girtîgehê de beşdarê taziyeyê bibe faks ji girtîgehê re şandine. Yilmaz diyar kir ku ew dixwaze birayê wî jî beşdarê taziyeyê bibe.

Yilmaz diyar kir ku birayê wî yê Mîthat 17 sal e di girtîgehê de ye û wek sermedî hatiye cezakirin. Yilmaz ji rêvebiran xwest ku bila birayê wî beşdarê taziyeya dayîka wî bibe. Hat destnîşankirin ku dê taziyeya dayîka wî di Mizgefta Hz Omer ya ku li Êlihê ye de bibe.

ÎLKHA









İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye