Dayikên ku zarokên wan hatine revandin

Malbatên ku zarokên wan hatıne xapandın û hatıne revandın çîyê û lı Dîyarbekır dı çalakîyê de ne, bertek nîşanî revandına Alî Adıyamanê nuçegîhanê ajansa Îlkhayê dan.

Çend roj berê Alî Adiyamanê rojnamegerê ajansa ÎLKHAyê, ji teref Pkkê ve li gundê Şaoya Farqînê hatibû revandin. Bertek û nerazîbûna herî bi ma’ne ji malbatên ku li Dîyarbekirê çalakîya rûniştinê dikin hat. Malbatên ku Pkkê zarokên wan xapandine û revandine çîyê, li meydana Şêx Seîd çalakîya xwe didomînin. Malbatan tepkî nîşanî revandina Alî Adiyamanê rojnameger da û daxwaza berdan û silametîya rojnameger kir.

Malbatên dilşewat ên ku ev serê 104 roja ne li meydana şêx Seîd di çalakîyê dene, dîyar dikin ku heta zarokên wan neyê berdan û çalakîya wan bi encam nebe, ew ê çalakîya xwe bidomînin. 

Li aliyê din ji ber ji aliyê mensûbên Pkkê ve revandina Alî Adiyamanê rojnameger ya li gundê Şaoya Farqînê, bertek û nerazîbûn dewam dikin.

Serokê Cemiyeta Rojnameger û Nivîskaran a Mêrdînê Nezîr Guneş û kordînatorê herêma Mêrdînê yê Ajansa Îlkhayê M. Salih Keskîn bi navê “Em ê bêdeng nemînin” filmeke kin hat amadekirin. Di fîlmê kurt de welatiyên ji cûrbecûr meslekan, peyamên wek “Em tev Alî Adiyaman in. Ya me jî bigrin an jî wî serbest berdin” dan.

Çınarın Sesi

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Lazim e ku mifredatekî li gorî nirx û hêjayên me bê amadekirin
Ji Serokê Giştîyê HUDA PARê Yapicioglu peyama 1ê Gûlanê
Ji teref HAMASê ji bo şehîdê Qudsê “Hasan Saklanan” daxuyanî hat belavkirin
Ambûlans û wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Pîrejina ku dûçarî êrîşa kûçikan ma bû jiyana xwe ji dest da