Dê dewlet prîma SGKyê ya mixtar û parêzvanên ewlehiyê razîne

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku dê ji vir pê ve dewlet prîma SGKyê ya mixtar û parêzvanên ewlehiyê razîne.

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di 37 emîn Civîna Mixtaran de axivî. Serokkomar Erdogan di civînê de destnîşan kir ku dê dewlet prîma SGKyê ya mixtar û parêzvanên ewlehiyê razîne.

Erdogan wiha axivî: “Niha mixtarên me hezar û 406 lîre meaş distînin. Me got ev kafî nîne. Ji xeynê vê prîmên Saziya Ewlehiya Civakî heye. Divê ku ew jî were temînkirin. Dê êdî prîma SGKyê ya mixtaran ji teref dewletê ve were temînkirin.”

Dûvre Serokkomar Erdogan di heman bergehê de di derheqê prîma SGKya parêzvanên ewlehiyê de jî axivî. Serokkomar Erdogan wiha destnîşan kir: “Me berê meaşê parêzvanên ewlehiyê kiribû hezar û 411 lîre. Em niha gaveke din jî davêjin. Em hemî parêzvanên ewlehiyê dikin SGKyî.” (ÎLKHA)














 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe