“Dê em bi ruhê seferberiyê wek biryar micadele bikin”

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomar Erdogan wiha diyar kir: “Li dijî rêxistinên teroran bi miletê xwe re di nav rûhê seferberiyê de bi israr micadeleya xwe bidomînin.”

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di derbarê teqîna li Qeyserî de daxuyanî da. Erdogan di daxuyaniyê de wiha diyar kir: “Li dijî rêxistinên teroran bi miletê xwe re di nav rûhê seferbertyiyê de bi israr micadeleya xwe bidomînin.”

Serokkomar Erdogan diyar kir ku bi vê yekê 79 milyon hemwelatiyên me ji xwe re kirine hedef. Dûvre Erdohan wiha pê de çû: “Tirkiyê dûçarê êrîşên hevpar ên teroran bûye. Bi taybet rêxistina terorê ya dabeşker hemî derfetên xwe ji bo vê yekê bikar tîne. Armanca eslî ya hedef û şekilê êrîşa terorên dabeşker ew e ku beriya Tirkiyê bibire, berê hêz û enerjiya wê bide ciyê derên din. Ev yek eşkere ye.”

Erdogan bal kişand ku têkiliya van êrîşan bi geşedanên li Sûrî û Iraqê û heta bi aboriyê re jî heye. Dûvre Serokkomar Erdogan wiha li pê de çû: “Dê em bi ruhê seferberiyê wek biryar micadele bikin. Roj roja şerê nîne, roja biratî û bihevrebûnê ye.” (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye