Dê yekitiya Aliman bibe wesîla rizgariya Filîstînê

Li Stenbolê Civîna Lijneya Giştî ya Asayî ya 3 yemîn a Lijneya Alimên Filîstînî yên Derveyê Welat hat lidarxistin.

Li Stenbolê Civîna Lijneya Giştî ya Asayî ya 3 yemîn a Lijneya Alimên Filîstînî yên Derveyê Welat hat lidarxistin. Wezîrê Karûbarên Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormez, Alîkarê Serokê Giştî yê Îttîhad’ul Ulema Mela Mehmet Beşîr Şîmşek, Serokê Platforma Qudsa Azad Mehmet Eşîn û gelek alimên ku ji Sûrî, Lubnan û Urdunê hatibûn beşdarê bernamê bûn.

Alîkarê Serokê Giştî yê Îttîhad’ul Ulema Mela Mehmet Beşîr Şîmşek temenî kir ku ev civîna bi navê  
Civîna Lijneya Giştî ya Asayî ya 3 yemîn a Lijneya Alimên Filîstînî yên Derveyê Welat hatiye lidarxistin bibe wesîla yekitiya alema Îslamê û rizgariya Filîstînê.

Şîmşek destnîşan kir ku sedema îşqalkirina axên Filîstînê ji ber belavbûna alimên Îslamê û dûrketina jihev a Mislimanan e. Şîmşek diyar kir mimkûn e ku ev civîn bibe wesîla yekitî û xelasiya Mislimanan.

Şîmşek wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em jî wek Îttîhad’ul Ulema ji bo civîna alimên welatên Îslamî hatin bangkirin. Bi vê wesîlê me îştîraqê bernamê kir. Bi taybet em temenî dikin ev civîn di serî de alema Îslamê bibe wesîla serkeftina Doza Filîstînê. Em dizanin pirsgirêka Filîstînê û bi hemî pirsgirêkên Umetê ji ber belavbûna alimên Îslamê û dûrketina jihev a Mislimanan e. Em hêvî dikin ku bi sedemên wiha cûr bi cûr ên bi vê şiklê alema Îslamê were cemhev. Dê ev yek jî bibe wesîla yekitiya alema Îslamê û rizgariya Filîstînê. Bi taybet em ji Xweda hêvî dikin ku Doza Filîstînê serbikeve. Em ji lijneya ku bûye wesîla vê civînê re teşekûr dikin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye