Deh Hezaran Erdoğan Pêşwazî Kirin

Erdoğan di 3iyê Hezîranê de derketibû ziyareta Fas, Cezayîr û Tûnûsê. Erdoğan do bi şev ji dervî welat vegeriya Tirkiyê.

Erdoğan di 3iyê Hezîranê de derketibû ziyareta Fas, Cezayîr û Tûnûsê. Erdoğan do bi şev ji dervî welat vegeriya Tirkiyê.

Ji bo Erdoğan pêşwazî bikin bi deh hezaran kes, parlementer û wezîr çûne Firogeha Ataturkê.

Erdoğan, pey ji teyarê daket li ser otobosa hilbijartinê ji milletê hatibûn pêşwaziya wî re xeberdanek kir.

Di xeberdana xwe de li ser protestoyên Gezî Parkê sekinî. Erdoğan beyan kir ku dê di derbarê şîddeta ku hatiye bikaranîn de çi pêwiste wê bikin.  Erdoğan, di derbarê xwesteka protestovanan ku bila polîs ji kolanan vekişe de bersiv da û go: “Ev yek ne pêkan e.”

Erdoğan, di xeberdana xwe de lobiya faîzê jî sucdar kir û go: “Lobiya faîzê dibêje qey wê me bi spekulasyonên di borsayê de tehdît bikin. Emê keda destê gelê xwe tucarî bi wan nedin xwarin.”

Di rojeva Erdoğan de protestoyên kuşxane û tawa jî hebû. Erdoğan beyan kir ku dê ji ‘eqlê selîm û îtîdalê tawîzê nedin.

Erdoğan bey xeberdana xwe çû mala xwe ya li Kısıklıya Uskudarê. Li vê derê komeke qelebalix Erdoğan pêşwazî kirin. Erdoğan li wê derê jî xeberdanekî kir. BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar