Dema ku qapaxên bendavê hatin vekirin zevî di bin avê de man

RİHA - Ji ber ku qapaxên Bendava Birecûka Rihayê ji nişka ve hatin vekirin zeviyên fêkî û zerzewatê di bin avê de man û zirar dîtin.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin   qapaxên Bendeva Birecûkê ji teref xebatkarên bendavê ve ji ber sedemake hêj nediyar ve hatin vekirin.Ji ber qapaxên ku hatin vekirin, zeviyên li gundê Metelera Birecûkê û li gundê Saraya navçeya Nîzîpê di bin avê de man.

Di derbarê mijarê de Muxtarê Gundê Sarayê Bahattîn Yilmaz  destnîşan kir ji ber ku qapaxên bendavê hatine vekirin ev mexdûriyet pêk hatiye.Muxtar dû re  wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li gund nêzî 12 malbatan dijîn.Zeviyên me yên zebzewat û fekiyan hebûn.Ev zeviyên me zirar dîtin.Pêwîst e ev mexdûrîyeta me ji rastê bê rakirin.”

 “Keda feqîr û xurebayan ma dibe ku di bin avê de bê hiştin?”

Her wiha ji nîştecihên gund Havva Coşkunkan  jî di derbarê mijarê de destnîşan kir berî ku qapaxên bendavê bên vekirin tu kesî xeber nedaye wan û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez û mêrê xwe bi tena serê xwe li vir bûn.Dema ku min dît tirhikên fistiqan di bin avê de mane, ez rûniştim û giriyam.Me ji sala borî heta niha bi wan re mijûl bûn û ked li wan xerç kir.Gelo ne pêwîst bû  ku xeber dabana me? Keda feqîr û xurebayan ma dibe ku di bin avê de bên hiştin?Hemû tiştên me çûn, em mexdûr bûn.Em ji rayedaran daxwaz dikin ku alîkariya me bikin.”

Bi heman awayî kesên bi navê Muslum Polat, Bekîr Toktay û Suleyman Yavuz jî di qala bûyerê kirin û ji rewşê re bertek nîşan dan.(ÎLKHA)







 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye