Rojhilata Navîn herêmeke pir girîng e. Ger ev herêm bibe cennet û bihar, parzemîna Asya û Efrîkayê, ji lew jî dinya dibe cennet û bihar.
Ji ber vê yekê, dijminê Îslamî tim dixwazin li Rojhilata Navîn, şer û şîddet hebin da ku millet û medeniyeta Îslam û însaniyetê, li vir negihêjin xweşî û xelasiyê. Îşgalkerên Emrîka û rejîma terorê siyonîst Îsraîl, li vê herêmê dixwazin îfsad û xerabiyan pêk bînin.
Carkî ku Emrîkayê Iraq îşgal kiriye, ehlê Iraqê tu xweşî nedîtine. Tu roja Xwedê tune ku lê bombe neteqin, kuştin û şîddet neqewimin.
Do û îro li paytext Beğdayê dîsa bombe teqiyan. Di hadîseyan de 11 kes hatin kuştin û 24 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên çavkaniyên ewlekariyê, li herêma Ez-Zaferaniyê erebeke bombebarkirî hat teqandin. Di bûyerê de 7 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn.
Dîsa li herêma Es-Sadrê jî, wesayîteke bombebarkirî hat teqandin. Di vê hadîseyê de jî 2 kes hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.
Li navenda bajêr jî bombeke ku bi desta hatibû çêkirin, di otobosekê de hat teqandin, di vê bûyerê de jî 2 kes mirin û 4 kes birîndar bûn.
Her wiha hat îdiakirin ku li Ramadiya navçeya Enbarê, rojnamevanek bi guleyên leşkeran hatiye kuştin.
Hat gotin ku rojnamevan ji teref nişangerekî ve hatiye kuştin û polêsan cinazê wî rakirine morga Nexweşxaneya Dewletê ya Ramadiyê.