Demsala kesaxa rezan dest pê kir

Li Gercewsa Êlihê ya ku bi rezên xwe navdar e demsala kesaxa rezan dest pê kir.

Cotkarên ku dest bi kesaxa rezan kirine weke her sal digel germbûna hewayê hewil didin rezên xwe bi kesixînin.

Li Qirqata Gercewsê cotkarê bi navê Edîp Turgut ê ku ev bi salan e bi karê rezvaniyê mijûl dibe di derbarê mijarê de destnîşan kir li Gercews û li heremên derdora wê kesaxa rezên ku tiriyên wê bi qelîte û bi lezzet in dest pê kiriye.

Turgut di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir digel germbûna hewayan ew dest bi kesaxê kirine. Turgut dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em ji bo darên me yên tiriyan bi hêz bibin û ji bo randiman zêdetir bibe dikesixînin. Dem ku kesax nayê kirin randiman dikeve. Lê dema ku em kesaxê dikin em 100 kîlo randiman distînin. Em digel germahiyan dest bi kesaxê dikin. Ger ku qeşa bikeve ew ê zirarê bide rezan.Tiriyê Gercewsê navdar e. Dahata me ji sedî 80 ji tirî ye. Ji ber vê yekê em her cûr xwedîkirinê dikin da ku  randiman zêde be.”(ÎLKHA)












 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe