Dengê zarokan a li mizgeftê ne qerebalix nimeteke Xweda ye

Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormezê ku li Enqerê beşdarî vekirina Fuara Çand û Kitêb a Tirkiyê bûdestnîşan kir dengê zarokan a li mizgeftê ne qerebalix, nimeteke Xweda ye.

Li Enqerê 36emîn Fuara Çand û Kitêb a Tirkiyê hat tertîpkirin. Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormezê beşdarî fuara kitêban bû di derheqê zarokên ku tên camiyan de nirxandinan kir.

“Dengê zarokan a li mizgeftê ne qerebalix, nimeteke Xweda ye”

Gormez di nirxandina xwe ya di derheqê zarokan de destnîşan kir dengê zarokan a li camiyê ne qerebalix e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew dengê zarokan a li camiyan nimeta Xweda ye. Xweda tu carî me ji wê nimetê mehrûm nehêle. Em ummetê wî pêxemberê ku zarok ji ber ku li pişta wî siwar bûye secde dirêjkiriye ne. Em ummetê wî pêxemberê ku di dema dayîna xutbê de ji mînberê peya dibe û diçe radije zaroka ku di camiyê de birêve diçe û xutba xwe digel zarokê didomîne ne. Em ummetê wî pêxemberê ku ji ber girîna zarokan nimêjê dirêj nekiriye ne. Mijara zarokan mjara me ya herî girîng e. Ew têkiliya zarok-kitêb, zarok-mabed û zarok-îman pir muhîm e.”

ÎLKHA







İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe