Derbarê 6 endamên Cemaata Îslamî de qerara îdamê hat dayîn

Li Bangledeşê ji teref birêveberiya Hasînayê ve derbarê 6 endamên Cemaata Îslamî de qerara îdamê hat dayîn.

"Mahkemeya Sûcên Şer a Navneteweyî” ya ku li Bangledeşê ji teref birêveberiya Şeyh Hesînê ve hat damezrandin derbarê 6 endamên Cemaata Îslamî de qerara îdamê da.

 Di nav 6 kesên ku derheqê wî de qerara îdamê hat dayîn de parlementerê berê û ji lîderên Cemaata Îslamî Ebu Salih Muhammed Abdulazîz jî heye. Mujibur Rahmanê ku Serokatiya Partiya Cemaata Îslamî dike  derbarê qerarên îdamê de daxuyaniyek da. Rahman di daxuyaniya ku belav kir de ji qerara mehkemê re bertekek tund nîşan da û diyar kir digel ku Ebu Salih Muhammed Abdulazîz tevlî tu sûcî nebûbe jî ew ji “doza siyasî ya xwîndariyê “ya birêveberiya Hesîna   tê qurbankirin.

Weke ku dê bê bîran berî niha jî gelek endamên Cemaata Îslamî ji teref birêveberiya Hesînaya laîk ve hatibûn şehîdkirin.(ÎLKHA)

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin