Derbarê teqîna rafîneya TÜPRAŞê ya li Îzmîrê 7 binçavî

Di çarçoveya teqîna rafîneya TÜPRAŞê ya li Îzmîrê de 7 kes hatin binçavkirin

Hat ragihandin ku derbarê teqîna rafîneya TÜPRAŞê ya ku li Îzmîrê qewimî û 4 kes jiyana xwe ji dest dan de biryara girtina 7 kesan hat girtin.Li gor agahiyên hatine wergirtin derbarê bûyera do li rafîneya TÜPRAŞê ya Îzmîrê qewimî û 4 kes jiyana xwe ji dest dabûn de Serdozgeriya Komarê lê pirsîn dabû destpêkirin û derbarê mijarê de 2 dozgerê komarê hatin wezîfedarkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de îdarevanên TÜPRAŞ û firmaya taşeronê jî di nav de 7 kes hatin binçavkirin, hat hînbûn ku di nav kesên hatine binçavkirin de berpirsiyarên  qadê jî hene. 

Hat hînbûn ku derbarê teqînê de komkirina delîlan dewam dike.

Hat ragihandin ku do sibê li rafîneya TÜPRAŞê ya li Alîağaya Îzmîrê dema lêniherîna tanqan dihat kirin, di tanqêde teqîn pêk hatibû û di encama teqînê de 4 kes jiyana xwe ji dest dabûn.Li cihê bûyerê mudaxeleyî 2 kesan hatibûn kirin û birîndarên din jî hatibûn rakirin Nexweşxaneya Alîağayê.(ÎLKHA)

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin