Serekwezîr Tayîb Erdoğan, çûbû serdana Ergîn Saygûnê ku ji doza Balyozê mehkum bûbû û piştî ameliyetê hatibû berdan. Bi vê ziyaretê hinek pirs hatin hişê însan ku, gelo Tirkiye bi derbekaran re li hev dike? Piştî vê ziyaretê, di çarçova lêpirsîna 28ê Sibatê de, hinek sûbayên teqawîd hatibûn desteserkirin û ji wan hinek hatibûn girtin.
Li aliyê din, Nîmet Baş a sereka komîsyona meclîsê ya ku li ser derbe û mûxtireyan lêkolîn dike, da zanîn ku, tesîra derbeya 28ê Sibatê, bi lihevkirina bi mexdûrên derbeyê re, dibe ku winda bibe.
Baş wiha got “Ji bo vî tiştî dibe ku, li meclîsê komîsyonek bê avakirin. Kesên ji ber derbeyê ji karê xwe bûne, ji ordiyê hatine avêtin, kesên hiqûqa 28ê Sibatê wan mexdûr kirine gelek in. Lihevkirina bi van kesan re, rakirina mexdûriyeta wan e. Ev jî encax bi tezmînatê pêk tê. Û kesên di wê dewrê de hatine mehkemekirin, ceza girtine hene. Divê acîl li rewşa van kesan bên nêrîn.”
Bangaheq