Malbatên ku ji ber pevçûn û qedexeyan navçeya Sûra Diyarbekirê terikandine diyar kirin diz dikevin malên wan ên Sûrê û wiha axivîn “Di rewşeke wiha de bêwicdaniyeke bi vî awayî çawa tê kirin?”
“Di rewşeke wiha de bêwicdaniyeke bi vî awayî çawa tê kirin?”
Kesê bi navê E.K. di derbarê mijarê de diyar kir heke ew bi wan ve negihaştibana ew ê diz temamê eşyayên mala wî dizîbana û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber pevçûnan min mala xwe terk kir û li ba kekê xwe bi cî bûm.Dema ku ez li ba kekê xwe bûm xeber ji min re hat ku diz ketne taxê û dikevin malan. Dema ku ez gihaştime mala xwe min dît ku deriyê malê ne li ber e. Diz hewl dane ku bikevin hundir, lê dema ku min dîtine reviyane. Heke ez ne çûbana ew ê temamê eşyayên min dizîbana.Rojekî hevale min jî diçe mala xwe dibîne ku diz bi qamyonetê mala wî bardikin.Hevalê min hema xeberê dide polêsan û polês wan binçav dikin.”
“Qey hinek kes li taxê bi şiklekî organîzekirî temamê têkberên spî yên malan diziyane”
Kesê bi navê Î.G. yê ku li Taxa Alîpaşayê rûdine jî di derbarê mijarê de wiha axivî: “ Gelek têkberên spî yên malan hatine dizin.Ez çend kesên ku diz ketine malên wan nasdikim. Qey hinek kes li taxê bi şiklekî organîzekirî temamê têkberên spî yên malan dizîne.”
“Kî mala me belav kiribe Xweda Teala jî mala wan belav bike.”
Jinikeke pîr yê ku diz ketibû mala wê jî bi şikleke kelegirî wiha hest û ramanên xwe anî ziman: “Di mala min de tu tişt nehiştine.Kî mala min xistibe vî halî Xwedê Teala ji wan re nehêle.Kî mala me belav kiribe Xweda Teala jî mala wan belav bike.” (ÎLKHA)