Li seranserê dinyayê mewlûda pêxemberê me tê pîrozkirin. Li hinek welatên ku îdara wan ne musluman in, dewlet bi xwe destekê dide van pîrozbahiyên mewlûdê. Feqet çi hîkmet be li Tirkiyê, li hinek bajaran emniyet û Walî dibin destbirakê hev û nahêlin ku bernama mewlûda pêxemberê me bê pîrozkirin.
Yek ji van bajaran Edenê ye. Platforma evîndarên pêxember, berî niha ji bo bernama mewlûdê, muracaeta xwe ya resmî kiribû. Feqet emniyetê destûr neda ku mewlûdê li meydana îstasyonê pîroz bikin. Heyetek ji platformê çûn edliyê. Xwestin bi Walî re bipeyivin. Lê mixabin mewlûda pêxemberê me, ji bo Walî jî tu me’ne îfade nedikir, ji lew re digel heyet 3 saetan li edliyê sekinî jî, walî heyetê qebûl nekir û bi zilamekî xwe wan hewalî emniyetê kir. Ji xwe emniyet jî meselê hewalî walîtiyê kiribû.
Wekî tê zanîn par li bi tevlîbûna deh hezaran kesî, bernama mewlûdê li meydana îstasyonê hatibû li dar xistin. Îsal çend roj ji bernama mewlûdê re dimîne, emniyet û walîtiya Edenê wiha li ber bernama mewlûdê disekinin, manîdar e.
Berdevkê platformê yê herêma Akdenîzê Yilmza Geçer beyan kir ku, muracaeta xwe ya resmî zûde dane emniyet û walîtiyê. Feqet emniyetê ji bo meydana îstasyonê destûr neda, hewalî walîtiyê kir, walî jî hewalî emniyetê dike. Par tu hadîseyeke nexweş di bernamê de neqewimîbû. Digel vê jî, emniyet û walîtî wiha zehmetiyan derdixin. Keyfî û bêhiqûqî tevdigerin.