Li Tirkiyê heq û hiqûq û qanûn li gorî şexsan dimeşe û tevdigere. Kesên xêrxwaz û xîzmetkarên komelên alîkariyê bin, çi bikin jî di çavê dewletê de sûcdar in. Lê kesê stûqalind çi bike jî eybe ku, lê ceza bê birîn. Lewra bi stuyê xwe yê qalind nikare di hepsan de bimîne, divê bê tehliyekirin.
Yargitayê li dosya ku li mehkema cezaya giran ya 9an de dihat dîtin nêrî û cezaya ku li 5 xizmetkarên komelên alîkariyê hatibû birîn tesdîq kir. Di nav wan de serekê kevn yê Umut-Dera Edenê, serekê kevn yê Şûra-Dera Edenê jî hene. Li wan 37 sal ceza hatibû birîn.
Tepkiya ewil ji serekê Umut-Der Gida Bankasiya Edenê Selaheddîn Yenîayê hat. Yenîay wiha got “Di şûna ku em bêne teqdîrkirin, em têne cezakirin. Em van alîkarî û xizmetan li feqîran dikin. Lê hinek naxwazin qencî û alîkarî bê kirin. Divê ew girtinên bê hiqûqî, mehkemekirinên neheqî bên lêkolînkirin.” BANGAHEQ