Derdkêş Millet e

Li Bazîdê Mayinek Teqiya, Şivanek Can Da

Kesê kul û derd û cefa û êşa operasyon û şerrê di navbera esker û PKKê de, bi dijwarî dikşîne millet e. Gundî û bajarî, esnaf û xwendevan û cotkar û şivan her sinifê milletê herêmê, bi salan e şerpeze û perîşan e.

Li Bazîda Agirî, li gundê Qizilqayayê, Şivan Huseyîn Yîğît li çolê heywanên xwe diçêrand. Gundiyê şivan pêl mayinê kir û can da. Di hadîseyê de Elî Sokmen jî birîndar bû. Wî rakirin nexeşxana Bazîdê. Di teqînê de 13 mêşîn jî telef bûn.

Li ser teqîn û kuştina şivan, gundiyan tepkî nîşan da û diyar kirin ku berî niha jî li wê derê mayin teqiyabû. Feqet tu wezîfedar heta niha tu tedbîr negirtibû.

Di meha Temûzê de li eynî deverê, mayinek din teqîyabû. Di hadîseyê de dîsa kesekî can dabû û yek jî birîndar bûbû. www.bangaheq.net

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin