“Dêrê li ser navê cemaetê kirê kirine”

Li Rihayê xwediyê kargehê dema ku bihîst kargeha wî wek dêr hatiye kirê kirin dev ji kirêkirina kargeha xwe berda û ji kirêdar xwest ku malên xwe ji kargehê derxe.

Li Rihayê di firinekê xirabe de dêr hatibû vekirin. Di derbarê vê dêrê de hûrgiliyên nû derketin holê. Her wiha hat zanîn ji bo ku bala gel nekêşe ev ciyê dêrê li ser navê cemaetê hatiye kirêkirin.

Gor agahiyên hatiye bidestxistin Pastor Eyub Bademê ku xwest vê derê kirê bike bi navberiya M.Ş. yê dera ku berê wek firIn dihat bikaranîn hat kirê kirin. Piştî tamîr kirina vê derê gelê hawîrdor sedema kirêkirina vê yekê ji Bademî pirsîne. Badem ji bo ku bala gel nekêşe wek bersîv dibêje “Em dê ji cemaeta xwe re vê avahiyê saz bikin.”  

Dûvre xwediyê kargehê bihîst ku avahiya wî dê wek dêr were bikaranîn ji Badem xwest ku dev ji dayîna kirê ya vê avahiyê berdaye û ev kes ji Badem xwestiye ku Badem vê derê vala bike. Gelê Rihayê jî ji vekirina dêrê re bertek nîşan dide. Tacira ku nexwest navê xwe bide diyar kir ku hêj ji roja ewil ve polêsan ji vê yekê xeberdar kiriye û ji vê yekê gilîdar bûye.

Tacirên hawîrdor diyar kirin ku ev dêr bê destûr hatiye vekirin û esnaf bawer nakin ku ev der ji bo îbadetê hatiye vekirin. Esnafên derdor ji ber  ku ev dêr bêdestûr hatiye vekirin û gel aciz dike dest bi qampanyeya îmzayê kirine da ku bidin Walîtiya Rihayê. Gel mereq dike golê dê helweata walî di derbarê vê yekê de çi bibe. (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar