“Derewa ‘bi şaşîtî’ ya DYEyê dê rastiya ku Mislimanan qetil dike veneşêre”

HUDA PAR di daxuyaniya ku da de ji êrîşa ku ji teref balafirên DYEyê ve li dijî Mislimanên li Helebê yên di mizgeftê de nimêjê dikirin hat kirin re bertek nîşan da û hat destnîşankirin ku derewa ‘bi şaşîtî’ ya DYEyê dê rastiya ku Mislimanan qetil dike ven

Ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve di derheqê rojevê de daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de ji êrîşa ku ji teref balafirên DYEyê ve li dijî Mislimanên li Helebê yên di mizgeftê de nimêjê dikirin hat kirin û di encamê de bi dehan însan hatin qetilkirin re bertek nîşan da û hat destnîşankirin ku derewa ‘bi şaşîtî’ ya DYEyê dê rastiya ku Mislimanan qetil dike veneşêre.”

Di daxuyaniya ku ji teref HUDA PARê ve hat dayîn de qala mijarên êrîşa bombeya ya ku ji teref DYEyê ve li dijî mizgefta li Helebê hat lidarxistin, êrîşên siyonîsta Îsraîl ên ku zêde bûne, biryara di derbarê sembolên dînî yên ku ji teref Dîvana Edaletê ya Ewrûpayê ve hatiye dayîn, berberiya referandûmê û zimandirêjiya dijî muqeddesan hat kirin.

Êrîşa li mizgeftê ya DYEyê

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji teref balafirên cengî yên DYEyê ve êrîş li dijê mizgefteke li navçeya Etarîba Helebê hatiye lidarxistin û di encama êrîşê de herî kêm 70 kes jiyana xwe ji dest dane. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “Xweda rehma xwe li van mumînên ku dema îbadet dikirin hatine qetilkirin bike û em qetîlên van kesan şermezar dikin.”

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku DYE gotiye wek dewlet wê şaşîtî vê êrîşê kiriye. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “Derewa ‘bi şaşîtî’ ya DYEyê dê rastiya ku Mislimanan qetil dike veneşêre.” Her wiha hat diyarkirin divê ku DYE, Ûris û rejîm demildest dawî li van êrîşên wehşiyane bîne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di hevdîtinên ji bo aşitiya Sûrî yên ku li Astanaya payîtextê Kazakîstanê tên lidarxistin de welatên Tirkiye, Ûris û Îran ên garantor danezaneke hevpar qebûl kirine û van 3 welatan biryar dane ku agirbesta li Sûrî were teqîb û tetbîqkirin. Ev yek erênî ye.

Êrîşên îşqalkera sîyonîst ên zêde bûye û belawelatiyê Ummetê

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di heyama herî dawî de hinek welatên Îslamê yên ku divê ji hev re bibin odost li dijî hev tevger dikin û bihev re şer dikin. Ev yek di dîrokê de nehatiye dîtin û pirr xemgîn e. Dûvre di daxuyaniyê de wiha hat destnîşankirin: “Divê Misliman li dijî kafiran bi rûmet û bibiryar bibin û di nabeyna xwe de jî bi merhemet bibin. Lê îro berevajî dijmin ewledar dost jî diltirs dibin. Dema ku misliman digijgijin hêza xwe ji dest didin û ji dijminan re dibin nêçîr. Nimuneya vê ya herî eşkere bêdengiya li hemberê êrîşên ku Îsraîl li dijî Filîstînê pêk tîne ye.”

Daxuyanî wiha hat domandin: “Rejîma îşqalker ê ku ji belabbûna di nabeyna Mislimanan de cesarete distînin hema hema her roj li ser birayên me yên Xezeyî bombe direşînin da ku berxwedana muvahîdên li ber sahîla Xazeyê bidin sekinandin. Îşqalkerên sîyonîst ên ku çend roj berê bi balafiran êrîşê rojavaya bakûr a Xezê lidar xistibû. Mixabin ev yek ji bo hinek Mislimanan êdî wek xeber tu qîmeta vê yekê tune.”

Di daxuyaniyê de hat bibîranîn piştî ku rapora Lijneya Aborî û Civakê ya Asyaya Rojava ya NYyê (ESCWA) ya ku Îsraîlê wek nîjadperestî sûcdar dikir ji teref Sekreterê Giştî ya NYyê ve hat sekinandin Sekreterê Îcrayê ya Lijneyê Rîma Halaf îstîfa kiriye.

Biryara sembolên dînî ya Dîvana Edaleta Ewrûpayê

Di daxuyaniyê de qala biryara skandal a ku ji teref Dîvana Edaleta Ewrûpayê ve wek “kesên xwedî karin dikarin hîcabên karkeran qedexe bikin” hat kirin. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “Dîvana Edaleta YEyê bi vê biryarê carek din da nîşandan ku ji terma edaletê çi qas dûr in û “nirxên YEyê” yên ku wekê normê tên hesibandin çawa berjewendiyên Ewrûpayê diparêze. Bê guman ev biryara ku qestî hatiye dayîn encamên hiqûqî yên aleyhê Mislimanan e.”

Berberiya referandûmê û zimandirêjiya bê tirs a li muqeddesatan

Di daxuyaniyê de ji ber ku di heyama referandûmê de siyasetmedar islûbeke berrberî bikar tînin û zimandirêjiyê li miqeddesatan tê kirin bertek hat nîşandan û hat diyarkirin ku ji bo polîtîkayê her rê û rêbaz meşrû tê dîtin. Dûvre daxuyanî wiha bi dawî bû:

“Îstîsmarkirina hestên dînî û bikaranîna termên muqeddesatê tê wê wateyê ku ev yek him ji wan bi xwe û him jî ji kesên endamê wê dînê ne re heqaret e. Divê ev helwesta ku geh geh ji ber bidestxistina xirsê diqewime û islûbeke êrîşî tê bikaranîn were terkkirin û islubele maqûl were bikaranîn.”(ÎLKHA) 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe