“Dergistiya lawê min hêj li benda wî ye”

Dergistiya Velîd Bîlenê ku bi komplo û kumpasan hatiye mexdûrkirin hêj li benda wî ye.

Her weke ku tê zanîn gelek Misliman him ji teref darbekerên 28ê Sibatê ve û him jî ji teref FETOyîstan ve hatin mexdûrkirin.Naskiriyên kesên ku hatine mexdûrkirin  daxwaz kirin rêya darizandina ji nû ve bê vekirin.

Yusuf Bîlenê ku di sala 1993an de 3 birazî, law û zavayekî wî bi komplo û kumpsan  di bergeha ‘Doza Hareketa Îslamî’ de hatin girtin.Bav Bîlen  di derbarê mijarê de destnîşan kir ew hakim û dozgerên ku ceza dane lawê wî û biraziyên wî îro di bergeha lêpirsîna FETO de hatine girtin.

“Dergistiya wî hêj li benda wî ye”

Bav Bîlen di axavtina xwe ya ku di derbarê mijarê kir de destnîşan kir lawê wî Velîd Bîlen di 19 saliya xwe de dema ku bi dergistî bû hatiye girtin.Bav Bîlen dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em wek malbat mexdûr in.Ew hakim û dozgerên ku ceza dane lawê min û biraziyên min îro di bergeha lêpirsîna FETO de hatine girtin. Lawê min  hêj bi dergistî  ye û a niha 44 salî ye.Dergistiya wî hêj li benda wî ye.Em ji hikûmetê teleb dikin wan heqên ku dane Dozên Balyoz û Ergenekon bila ji Yusufiyan re jî bidin û ji wan re rêya darizandina ji nû ve bê vekirin.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye