Derheqê 70ê leşkerê erkedar de biryara girtinê hat dayîn

Konya wek navend li 7 bajaran lêpirsîna li dijî rêxistina FETO hat destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de, di heqê 70 leşkerên wezîfedar de qirara girtinê hat dayîn.

Konya wek navend di operasyona ku li 7 bajaran li dijî rêxistina FETO hat destpêkirin de derheqê 70 leşkerên wezîfedar ên ku di TSKyê wezîfedar in de qirara girtinê hat dayîn

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin îfadeyên kesên şikdar ên ku berî niha di çarçoveya lêpirsîna FETO ya ku ji teref Serdozgeriya Komarê ya Konyayê ve hatibû destpêkirin de hatibûn binçavkirin hat girtin û dû re hinek xebat hatin destpêkirin.

Di vê çarçoveyê de; 62 kes ji Hêzên Hewayî, 4 kes ji Hêzên Deryayî,  2 kes ji Hêzên Bejayî û li  Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan 2 leşkerê erkdar, 2 Efser, 46 Serpel û 22 Sûbay jî di nav de bi tevahî derheqê 70ê şikbaran de qirara girtinê hat derxistin.   

Navend wek Konya li Enqere, Stenbol, Îzmîr, Kayserî, Eskîşehîr û Yalova jî di nav de bi tevahî di heman wextê de li 7 bajaran operasyon hat destpêkirin. Di mal û kargehên gumanbaran de lêgerîn hat kirin û hat hînbûn ku operasyon dewam dike.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e