Ji teref Serdozgerîya Komarê ya Diyarbekir ve di derheqê hevserokê Giştî ya HDPê Selahattîn Demîrtaş de ji ber bûyerên 6 û 8ê cotmeha par lêpirsîn hat destpêkirin.
Wek ku tê zanîn di wan bûyerên 6 û 8ê cotmehê de ji ber banga Selahattîn Demîrtaş 52 kes jiyana xwe ji dest dabûn.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin lêpirsîna di derheqê Demîrtaş de li gor maddeya 214/2an Qanûna Cezayê ya Tirk hatiye vekirin. Hat ragihandin heger li Demîrtaş da’wa were vekirin dibe ku heta 24 sala ceza jê re were xwestin.
Hat diyarkirin ku fezlekeya ku ew ê di derbarê Demîrtaş de bê amadekirin pêşî ew ê ji Wezareta Dadê re bê şandin û dûv re jî ew ê ji TBMMê re bê pêşkeş kirin.(ÎLKHA)