Derket holê ku li Heskîfê teqemenî hatiye bikaranîn

Li Heskîfa dîrokî ya ku navçeya Êlihê yederket holê latên ku dibûn sedema xeterê bi teqemeniyan hatine hilweşandin.

Di van pelên dawî de di raya giştî de hatibû îddîakirin li li Heskîfa kevnar û dîrokî di rûxandina lat û zinarên ku dibûn sedema tehlûkê de teqemenî hatine rûxandin. Ev dîmemên ku tê de tên dîtin teqemenî hatine bikaranîn îddîayan tesdîq kir.

Di dîmenên ku ÎLKHA gihaştiye wan de tê dîtin ku di rûxandina lat û zinaran da teqemenî tê bikaranîn. Di dema teqînê de her der dibe toz û xubar û dengê teqînê li derdorê belav dibe.

Weke ku tê zanîn di 16ê Tebaxa 2017an de ji teref Walîtiya Êlihê ve derheqê îddîayên ku li Heskîfê di rûxandina lat û zinaran de dînamît tê bikaranîn de daxuyaniyek hatibû dayîn. Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Êlihê ve hatiye dayîn de hatibû diyarkirin ew îddayên bikaranîna dînamîtan ne rast in û xebat li Heskîfê ji teref kesên pispor ve bi krîkoyên hîdrolîk û teknolojiye şikandina latan tê bikaranîn.(ÎLKHA)


















 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin