Derket holê PKKyiyê ku hatiye kuştin failê îstîsmarê zayendî ye

Ji yek wan PKKyiyên ku li Dêrsimê hatin kuştin PKKyiyek li Stenbolê li qizîkeke piçûk îstîsmar zayendî kiriye.

Ji teref Walîtiya Dêrsimê ve hat ragihandin li mewqiya Robara Baliyê di operasyonên ku tên kirin de 8 PKKyî hatin kuştin û derket holê  ji van PKKyiyên ku hatin kuştin PKKyiyek li Stenbolê li qizîkeke biçûk  îstîsmara zaynedî kiriye.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat ragihandin nimûneyên DNAyê yên 8 PKKyiyên ku hatine kuştin  bi talîmata Serdozgeriya Komare ya Dêrsimê ji bo bên lêkolînkirin  ji Labaratuvara Krîmînal re hatine şandin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin “Di encama lêkolîna ku li labaratuvarê hat kirin  de derket holê ji nimûneya DNAyê yên ku ji endamên rêxistinê yên ku hatine kuştin hatine girtin  wek DNAya kesê ku li Stenbolê tevlî bûyera îstîsmara zayendî bûye derketiye.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin hatiye tespîtkirin PKKyiyê ku hatiye kuştin failê îstîsmara zayendî ya ku di 3ê Hezîrana 2016an de li qizîkeke piçûk hatiye kirin e.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe