Derket holê polêsên ku tacire Sûryeyî şelandibûn FETOyî ne

Li Entabê kesên ku xwe wek polês dabûn nasandin û têketibûn mala tacirekî Sûryeyî dûvre piştî ku di odekî de derî li ser tacire asêkiribûn 1.5 milyon dolar xesp kiribûn derket holê ku FETOyî ne

Li navçeya Şehîtkamîla Entabê kesên ku bi hinceta ‘operasyona DAÎŞê’ xwe wek polês dabûn naskirin dûvre jî tacire Hasan Caferê Seryeyî û malbata wî wek kelpçekirî xistibûn odeke û 1.5 milyon dolar xesp kiribûn derket holê ku 3yê wê FETOyî yên ku ji wezîfê hatibûn dûrxistin in.

Hat ragihandin di encama operasyona ku di vî bergehê de hatiye li darxistine de 3yê wê FETOyî yên ku ji wezîfê hatibûn dûrxistin bi tevahî 7 kes hatine binçavkirin.

Li navçeya Şehîtkamîla Entabê di Taxa Degîrmîçemê de di 9ê Mijdara 2016an de 7 kes xwe wek polês dabûn naskirin û bi hinceta operasyona dijî DAÎŞê çûbûn mala Hasan Caferê ku tacire Sûryeyî ye. Dûvre ev 7 kes Cafer û malbata vî piştî ku wek kelepçekirî dixin odekî ve 1,5 milyon dolarê didizin.

Dûvre nasnameya 7 kesên ku vê xespê pêk anîn di encama xebatên tehqîqatan de hatin diyarkirin. Piştî bûyerê operasyonên hemandemî hatin lidarxistin. Di encama operasyonan de Komîser Ahmet K. (33) û ajovanê wî Yilmaz T., polês Cengîz B, zavayê tacirê Sûryeyî Basrî G, kekê wî Mustafa G, Unal T, û Ahmet K. (28) salî hatine binçavkirin.

Hat ragihandin ku piştî lêpirsînê zavayê tacirê Sûryeyî Basrî G, îtiraf kiriye ku wan vê xespê kirine. (ÎLKHA) 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye