Dermanên acîl dê bi ‘droneya mehelî’ bên veguhastin

Li Bûrsayê xwendekarên lîseyê ji xwe re kirine hedef bi projeya ku amade dikindermanên acîl bi ‘droneyên mehelî’ biveguhezînin.

Li Bûrsayê ji teref TUBÎTAKê ve pêşbaziyek hat tertîpkirin. Di pêşbaziya ku hat tertîpkirin de xwendevanên bi navê Ugur Temîzsoy û Mehmet Arda Denîz bi projeya ku amadekirin di şaxa fîzîkê de bûn yekemîn. Bi projeya ku ji teref xwendevanên lîseyê ve hatiye amadekirin dê dermanên acîl karibin bi ‘droneya mehelî’ bên veguhastin.

“Gundên ku rêyên wan dihatin girtin ji me re bûn îlham

Ugur Temîzsoyê 17 salî yê ku li ser projê dixebitî diyar kir ew di destpêkê  de ji bo kêfê  dest  bi vê projê kirine. Temîzsoy di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew navê ‘Me Drone’ li  wesayîta xwe kirine û wiha pê de çû: “ Ji bo em droneya xwe saz bikin me gelek amûr berhev kir û me balafira  xwe yê bêînsan çêkir. Di roja me de veguhastina dermanên acîl gelekî bi mesref e û gelek zêde wext digre. Lê me bi ‘Me Drone’ya xwe him wext û him jî mesrefê daxist asta herî hindik. Em 5-7 deqeyan de digihijin wê cihê xwe kuryeya bi motor 20 deqeyan de digihijîyê. Ji çêkirina vê projeyê re gundên ku rêyên wan dihatin girtin bûn îlham.”

Mehmet Arda Denîzê ji çêkerên projeyê ye jî di derbarê mijarê de diyar kir taybetiyeke cuda ya balafira wan a bêînsan heye ku ew jî tê de hebûna GPSê ye.(ÎLKHA)


















 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe