Dersa Zimanê Mihelmî

Li Midyadê Dersa Mihelmî Dest Pê Kir

Li Mêrdînê qeza Midyadê, Mekteba Cumhûriyetê de 35 telebeyan dersa mihelmî neqande. Li ser vê yekê dersa Mihelmî wê bê dayîn van telebeyan.

Di dersa ku heftê du roja tê dayîn de, wê deng, nivîsandina herfan û xwendina wan, hevnasîn û me’lûmatên gramerê yên bingehî bên dayîn telebeyan.

Di derbarê mijarê de Qeymeqamê Midyadê Oğuzhan Bîngöl beyanatek kir. Bingol di beyanata xwe de go: Ez vê dersa neqane gelek girîng dibînim. Heger ku sîstema perwerdehiyê a niha destûrê bide em jî bi awayekî heqîqî li dîroka xwe xwedî derdikevin. Heger ku hûn li Midyadê ji min bipirsin dîrok çi ye? Ezê ji we re bibêjim: Ku merivek karibe çar zimana bipeyive ev dîrok e.”

Mamosteyê dersa mihelmîyê heman demî de serekê komeleya Mihelmiyan e jî. Mamoste Mehmet ‘Elî Aslan dibê: “Ji bo mihelmiyên ku ji milletên herî kevn yê mezopotamyayê ne ev gav gaveke dîrokî ye. Em di vê dersa zimanê mihelmî de ne bi tenê ziman, biratiya gelan jî hîn dikin.”

Ji telebeyên ku dersa mihelmî neqandine Çiğdem Korkut go: Ez Kurd im lê belê ji ber ku nîvê Mêrdînê hema hema bi zimanê mehelmî xeberdide min jî xwest ku hîn bikim. www.bangaheq.net

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be
Ew ê li çar alîyê Tirkîyeyê baran bibare
Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî