Derwîş: Rejîmê Baas jî rêveberiyeke navxweyî dida Kurdan

Derwîş: Rejîmê Baas jî rêveberiyeke navxweyî dida Kurdan

Sekreterê Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Ebdilhemîd Hec Derwîş diyar kir ku Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê digel çend partiyên din ên biçûk rêveberiya demî li Rojavayê Kurdistanê ragihand. Derwîş serdana Barzanî bo Amedê jî wek “gaveke pîroz” da zanîn.

Ebdilhemîd Hec Derwîş di daxuyaniyekê de ku malpera fermî ya partiya belav kiriye, ragihand ku serokê hikûmeta demî ya opozîsyona Sûriyê Ehmed Tuhma di avakirina hikûmetê de şêwiriya wan nekiriye.

Derbarê rêveberiya demî de ya ku roja sêşema borî ji aliyê PYDê ve hat ragiahndin de, Derwîş got “Ew proj bi navê Encûmena Niştimanî ya Kurd û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê be û em rêkeftibûn ku proje bi pêkhateyên navçeyên re bê gotûbêjêkirin û piştî rêkeftinê bê ragihandin”.

Derwîş dilgiraniya xwe anî ziman û got ku ku PYDê hinek “partiyên biçûk” vexwendin û projeya xwe ragihandin.

Ebdilhemîd Hec Derwîş herwiha got “Rêveberiya demî ji xwetsekên Kurdan ên rewa kêmtir e, ji ber ku rejîma Baas jî curek ji rêveberiya navxweyî dabû navçeyên Kurdan”.

Derbarê metirisiyên Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê de, Derwîş bal kişand ku metirsiyên wan bê bihane ne, ji ber ku rêveberiya demî ne projeyeke cudabûnê ye.

Sekreterê Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li ser serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Amedê jî axivî û got “Ev serdan gaveke prîroz e, ji ber tiştekî başe dema ku Kurd xwe bi xwe nakokiyên xwe çareser dikin”

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar