Destûra ziyaretê nedan mehqûmê ku xanima wî di teqînê de birîndar bûbû

DİYARBEKİR - Ji mahqûmê ku xanima wî di êrîşa bombeyî ya ku ji teref PKKê ve li Diyarbekirê hatibû kirin de birîndar bûbû re dozgerî destûra ziyaretê neda.

Her weke ku tê zanîn Herdem Çetîner di êrîşa bombeyî ya ku li  Îstasyona Venihartina Trafîkê ya Heremê hatibû kirin de birîndar bûbû.Dozgerî destûra ziyaretê neda Bîlal Çetînerê ku xanima wî di êrîşê de birîndar bûbû.

Naskirîyên Bîlal Çetînerî daxwazname dabûn dozgeriyê da ku Bîlal Çetîner xanima xwe ziyaret bike.Dozgeriya girtîgehê ji ber hinceta ewlehiyê vê daxwazê red kir.

Naskirîyên Bîlal Çetînerê ku berî niha jê re destûr nehatibû dayîn da ku beşdarî taziyeya dêya xwe bibe, bang li kesên rayedar kirin da ku karibe bê ziyareta xanima xwe.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye