Detayên qetlîamê

Lêpırsîna derbarê qatılên Şehîd Yasîn Böru û hevalên wî de hat temamkırın, teferûatên qetlîamê merıv dıxe dehşete.

Lı ser banga hdpê, çeteyên pkkyî derketın kuçeyan û dı bûyerên 6 û 8ê cotmehê de, 4 cıwanên kurd ê musluman yê ku qoştê qurbanê lı feqîran belav dıkır, bı wehşîyane qetılkırıbûn. dı îdîanameya derbarê derbarê bûyerê de hatıbû amade kırın de, 26ê wan gırtî bı tevahî jı bo 34 kesan cızayê muebbetê yê 5 caran gırankırî dıhat xwestın. detay û teferûatên dı îdîanameyê de cîh dıgre merıv dıxe dehşetê. belê nıha ew detayana tê ser ekranên we.

 

lêpirsîna derbarê qatilên şehîd yasîn böru û hevalên wî de hat temamkirin.

 

îdîanameya ku ji teref sewcîtîyê ve hatiye amade kirin û pêşkêşî mehkemeyê hat kirin, ji 53 rûpelan pêk tê û detayên wê meriv di dehşetê de dihêle.

 

ew detay û hûrgilîyên dehşetê weha ye:

 

“di heyama ku îşîdê piranîya kobanê bi dest xist, kck û hdpê, gazî derketina kuçeyan kir û li giştîyê welêt fitîlên bûyerên wehşî pêxistin. di 7ê cotmehê de dema yasîn böru, ahmet dakak, rîyat güneş û hasan gökgöz, bi alîkarîya pîrekekê xwe sipartin maleke qatê sisya. piştî xwedyê malê hasan okçû pê hesîya, xwest yasîn böru û hevalên wî ji malê derkeve der. di heyama ku yasîn û hevalên wî û pîreka xwedyê malê li polîsan digerîya, hasan okçûyê xwedyê malê li êrîşkerekî li derve digerîya. di wê esnê de ûğûr doğanayê ku di nav êrîşkerên derve de bû û di nava pkkê de perwerdeya eskerî girtibû, bi alîkarîya ben û orîsan xwe ji qatê jor bera balkonê da û derba ‘ewul bera hasan gökgöz da. piştre jî xwest guleyekê jî bera yûsûf er bide. dema yûsûf er qutya sabûnê ya li ber lavaboyê avêt ji êrîşker de û sîleha êrîşker ji destê wî de ket xwarê. lê belê êrîşker ûğûr doğanayê wehşî, tebanceyeke din ji ber xwe derxist û gule bara dest û pîyê yûsûf da.

 

di vê navberê de xwedîyê malê hasan okçû, nifteya malê dirêjî ûğûr doğanay kir. piştî êrîşker derî vekir, hemî êrîşkerên li per derî sekinî bûn tev ketin hundurê malê.

 

grûba êrîşker, sîleh bera yasîn û hevalên wî dan û herê sê jî di pencereyê re avêtin xwarê. yek jî bi ‘erdê re kişandin û derxistin derve. ji cîhê ku jê hatine avêtin li ‘erdê di mer mirinê de bûn îjar ji teref grûba ku li jêr ya êrîşker, serê wan bi keviran hat ‘eciqandin, bi sator, kevir, ço û pihênan cesedê wan hat lînç kirin û eşyayên manê bi qîmet wek cuzdan û saetên desta hat ğesp kirin.

 

êrîşkerên ku li malê lêgerîn kirin, yûsûf er bi birîndarî di tûwaletê dîtin û bi lêdanê ew derxistin derve.

 

di heyama êrîşkeran îşkence li 4 cesedên ku avêtibûn ‘erdê dikirin de, yûsûf er xwe ji nava destê wan filitand û revîya. li pey wî sîleh teqandin. lê piştî ku gule rastî wî nehat, yûsûf li kuçeyekê ji xwe çû û ji teref welatîyên derdorê ve rakirin nexweşxaneyê.

 

di wucûdê ahmed dakak de 22, ê hasan gökgöz de 20, ê yasîn böru de 15 darbeyên sîleh û kêr û satoran hat tespît kirin. rîyat guneşê ku di wucûdê wî de gelek darbeyên kêr û satoran hebû, qapağa serê wî hatibû ‘eciqandin û ji beyîn qanamasîyê can dabû.

 

kovanên vala yên ku ji devera bûyerê hatine berhev kirin, hat tespît kirin ku 16 roj berê bi ‘eynî sîlehan êrîş li qreqola polîsan a bağlarê jî hatîye rast kirin.”

 

di îdîanameyê de 26ê wan girtî, di heqê 34 kesan de bi sûcên “kuştina gelek kesan a bi cenewartî û bi îşkence û ezîyetê, xerakirina yekît û tevahîya welêt.” cizayê muebbetê yê 5 caran girankirî, ji her yekî re 40 sal cizayê hepsê tê xwestin.

 

di îdîanameyê de wehşeta ku qatilan rast kirîye, yek bi yek hat gotin:

 

ûğûr doğanay: dı balkonê re ket hundur û pıştî gule bera cıwanan da û derî lı êrîşkeran vekır, bı grûbê re daket xwarê.

 

yıldız doğanay (dîya ûğûr doğanay): jına ku dı qêrîya û dı got: “wan gêber bıkın û bı kujın” grûba êrîşker û qelebalığ provoke dıkır.

 

umît doğanay (bırayê ûğûr doğanay): dı bûyeran de aktîf bû. gelek car bı pîyê xwe pıhên lı ceseda dıvıst.

 

ahmet tûra: grûba êrîşker beralî dıkır. lı yûsûf er xıst û avêt nava qelebalığê.

 

abdûrrahîm pamûk: dema dît ku yasîn û hevalên wî, xwe sıpartın bînayê, jı grûba êrîşker re qêrîya û got ku “îşîdçî ketın vê bînayê, wan zû bıgrın û bı kujın”

 

sedat çoban: derîyê daîreyên bînayê yek bı yek vekırın û lı yasîn û hevalên wî gerîya. dema ket malê dı destê wî de sope û ço hebû. dı desta de kevır lı ber cesedan slogan dı avêt.

 

mecnûn akkoyûn: bı kevıran êrîşî cesedê ku lı erdê bê ruh mabûn kır û slogan avêt.

 

ahmet bîçîcî: dema ceset avêtın xwarê bı pıhênan lı cesedan da û jı grûbê re qêrîya û got ku: “bıkujın, gêber bıkın.”

 

mehmet şah yuce: narkotîk kışand û bı satoran lı cesdan xıst.

 

alî guler: bı satore û palayê ket malê û lı bırîndarên ketıbûn erdê xıst. pıştî cesed avêtın xwarê jî lı cesedan xıst.

 

mahsûn kurt: dı nav grûbê de cîh gırt û slogan avêt.

 

cîhan yıldız: dı destê wî de ço, dı nava grûbê de cîh dıgre û gelek caran bı çoyê destê xwe lı cesedan dan.

 

remzî özşan: bı satore û palayê ket malê. cesedek bı pey xwe re kışand û derxıst derve. bı çoyan lı cesedan xıst û slogan avêt. saetên desta ê du şehîdan dı mala wî de hat zevt kırın.

 

hasan alademîr: dı avêtına xwarê ya cesedan de û cesedê ku bı ‘erdê re kaşkırın û avêtın xwarê de cîh dıgre.

 

rıdvan baş: bı debançê kete malê û cesedek bi ‘erdê re kışand û derxıst derve û bı debançê lı ser serê cesedan ma û berê sîleha xwe da qelebalığê.

 

ahmet taylan: bı kevıra dı nav qelebalığê de cîh gırt û dı malawîde debançak hat zevt kırın. 

 

hasan ûyanık: cesedek dı pencereyê re avêt xwarê.

 

bûrhan dîcle: narkotîk kışand û dı destê wî de kevır, satore û pala hebû û cesedek pıhên kır.

 

alî karakûrt: dı destêwîde kevır hebû û lı jêr sekînî û slogan avêt.

 

adem kaçmaz: bı cıl û bergên pkkyîyan lı ber serê ceseda sekînû û slogan avêt. heta nıha nehat bınçavkırın lê dı heqêwîde qırara gırtınê destpê kır.

 

erkan balaban: bı kevıra ezıyet da cesedan û slogan avêt.

 

ahmet çağlar: dı derxıstına cesedekîde cîh gırt û bı dar ezîyet da cesedan.

 

resûl savûr: bı darê dı destê wî de berê xwe da qelebalıxê û slogan avêt.

 

abdûlvahap tûran: bı çoyê hesın ket hundur û dı bûyera kuştınêde cîh gırt.

 

ersîn adıyaman: yek yek odeyên xanî saxtî kır û dı bûyera kuştınêde cîh gırt.

 

abdûrrahman tûran, bûrhan ay û cevher turk: cesed pıhên kırın û slogan avêtın.

 

ahmet arîr yûsûf, îsa özel, ersîn fîlizer û hamet tanrıverdî: bı teva grûbê ketın avahîyê û slogan avêtın.

 

 

 

yûsûf erê ku ji vê qetlîama wehşî xelas bû jî, di îfadeya xwe de hinek tiştên ku meriv dixe dehşetê got.

 

îfadeya yûsûf er weha ye:

 

“zordan deryê malê, yekî jı nav grûbê qêrîya û got: “ka em dîmatê bînın û derî bı hewaxın.” xwedîyê malê xanıma xwe û zarokên xwe xıst odeyekê û lıser kılît kır. yekî ku sîleh bera meda, mın sîleha wî jı destê wî de xıst. lê belê jı ber xwe sîleha duyemîn derxıst û gule bera mında. ez jı dest û pîyê xwe bırîndar bûn. xwedîyê malê kılîta xênî dırêjî êrîşker kır û pıştî derî vebû hemû êrîşkerên wehşî ketın hundur. pıştî teqîna 3 guleyan mın fêm kır ku her 4 hevalên mın hat kuştın. xwedîyê malê hasan okçû bı bırekeke devê wê bı xwîn hat ez dı lavaboyê de dîtım û êrîşî mın kır. ez bı ‘erdê re kaş kırım û daxıstım xwarê. jı grûbê hıneka gotın ka em wî nekujın bera bı îbret bı. xwedîyê malê hasan okçû got ku na na ka em dest û pîyê wî gırêbıdın û agır berdınê û wî bışewıtînın.

bangaheq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar