Dewlet Dixwaze Bi Yên Çûne Mehkema Awrûpa Re Li Hev Bike

Dewlet Dixwaze Bi Yên Çûne Mehkema Awrûpa Re Li Hev Bike

 Ji ber zêdedirêjiya dema mehkemekirinê, 3 hezar û 500 doz, li mehkema Ewrûpa ya heqên însana di aleyhê Tirkiyê de hatine vekirin. Dewleta Tirkiye dixwaze ji bo van dozan, bi kesên gilîdar re li hev bike. Ji ber vê yekê jî dewlet, ji bo dozên ku wê di aleyhê Tirkiyê de binetîce bibin, dixwaze bi qederê dora 3-5 hezar awroyê, bi gilîdaran li hev bike da ku dev ji doza xwe berdin.

Mehkema Ewrûpa ya heqên însana, ji bo dozên ku mehkema wan bi ser 5 salî ketiye, bi dora 10 hezar Avroyê ceza li Tirkiyeyê dibire. Hikûmet ji bo ku vê cezayê bi hindikayî biqedîne dil dike ku bi gilîdaran bi qederê 3 û 5 hezar awroyê li hev bike da ku gilîdar dev ji doza xwe berdin. Komîsyona edaletê ya meclîsê, vê heftê li ser vê teklîfa qanûnê disekine. Ji bo van dozan sebebê xwestina dana tazmînatê ev e ku bi dawiya 2011an, bi temamî 15 hezar û 940 doz di aleyhê Tirkiyê de hatine vekirin. Heta dawiya vê salê, wê zêdetirî 3500 doz têkevin pozîsyona zêdedirêjiya dema mehkemekirinê. Hikûmet dixwaze bi dana tezmînatê bi hindikayî dewletê ji van dozan xelas bike.

www.bangaheq.net

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be