“Dewleta ku edaletê ji dest bide îmana xwe jî ji dest dide”

Serokwezîrê Karûbarên Diyanetê Mehmet Gormezê ku beşdarê “Lûtkeya Alimên Îslamê yên Navneteweyî” bû diyar kir dewleta ku edaletê ji dest bide îmana xwe jî ji dest dide.

Li Rihayê Lûtkeya Alimên Îslamê yên Navneteweyî ya bi temayên ‘Aşitî, Edalet, Azadî’ hat lidarxistin. Serokwezîrê Karûbarên Diyanetê Mehmet Gormezê ku beşdarê lûtkeyê bû destnîşan kir dewleta ku edaletê ji dest bide îmana xwe jî ji dest dide.

Gormezê ku beşdarê lûtkeyê bû di derbarê edaletê de daxuyaniyên girîng da. Gormez diyar kir ku edalet îmana dewletan e. Dewleta ku edaletê ji dest bide îmana xwe jî ji dest dide.

Gormez wiha diyar kir: “Berhema herî mezin a aşitiyê edalet e. Yan jî berhema herî mezin a edaletê aşitî ye. Mimkûn nîne ku mirov termên aşitî, edalet û azadiyê ji hev veqetîne. Diyar nîne ku jijan sedema kîjan e. Yan jî kijan encama kîjan yekê ye. Aşitî sedema edaletê ye. Edalet ancama aşitiyê ye. Dema ku hirrîyet tunebe edalet jî tune. Edalet tunebe aşitî jî tune. Ev termên bingehî yên Îslamê ne. Wekê ilm, hîkmet, merîfet, merhamet û wehdetê. Wekê ku Hz Omer diyar dike. Edalet îmana dewletê ye. Kufrên dewletê zulm in. Dewleta ku edaletê ji dest bide îmana xwe jî ji dest dide.” (ÎLKHA)






 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe