Di 3 navçeyên Diyarbekirê de qedexeya derketina derve

DİYARBEKİR - Hat ragihandin ku di 11 gundên girêdayê navçeyên Lîce, Hezro û Kocakoya Diyarbekirê ye de qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.

Walîtiya Diyarbekirê ragihand ku di 11 gundên girêdayê navçeyên Lîce, Hezro û Kocakoya Diyarbekirê ye de ji ber operasyonên dê li dijî PKKê werin lidarxistin qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji ber operasyonên dê li dijî PKKê werin lidarxistin di gundên Kayacik, Ortaç, Yalaza, Baglan, Çavundur, Dolunay û Kabakayayên girêdayê Lîcê; gundên Çîtlîbahçe, Sarierîk û Ormankayayên girêdayê Hezroyê û gundên Boyunluyê girêdayê navçeya Kocakoyê de di 28ê Berfanbara 2016an de ji saet 05.00an pê ve qedexederketina derve hatiye îlankirin. (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye