“Di 6-8ê Cotmehê de li Kurdistanê Kerbeleyeke din hat jiyandin”

Şaxa Ciwaniyan a HUDA PARê di Mizgefta Mezin a Diyarbekirê de ji Yasîn Boru û hevalên wî bernameya mewlîdê lidar xist.

Şaxa Ciwaniyan a HUDA PARê di Mizgefta Mezin a Diyarbekirê de ji Yasîn Boru û hevalên wî bernameya mewlîdê lidar xist. Melayê Mizgefta Mezin Seîd Yaz di bernamê de axivî. Yaz, Yasîn Boru û hevalên wî anî bibîranîn û ragihand ku di 6-8ê Cotmehê de li Kurdistanê Kerbeleyekê din hat jiyandin.

Bername bi Tîlaweta Qur’ana Pîroz dest pê kir, Kurmancî û Tirkî mewlîd hat xwendin. Melayê Mizgefta Mezin Seîd Yaz di bernamê de axivî. Yaz wiha destnîşan kir: “Em di meha Muherremê de ne. Piştî 3-4 rojan salvegera Kerbelayê ye. Zalim, Zulm û kufr tu wext ranazê. Heta ku kufr û şîrk hebin dê îman, Îslam û Misliman jî her wext hebin.”

Yaz bal kişand ku Yasîn Boru û hevalên wî ji teref PKKê ve hatine qetilkirin. Dûvre Yaz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di 6-8ê Cotmehê de li Kurdistanê Kerbeleyekê din hat jiyandin. Kerbelayekê wisa bû çawa ku kesên Huseyn û ehlê beytê ji ava Dîcleyê mehrûm hêştin di vî herêmê de hewl dan ku Mislimanan ji îman, Îslam û Qur’anê mehrûm bikin. Lê hesaba wan negirt. Ev bû sembolek. Wekê ku di Qur’anê de hatiye fermankirin; ‘Heta ku hûn xwe neguherînin ez we naguherînim.’ Ev bu guhetin û zivirandinekî. Ev bû yekitî. Ev bû mîlad. Hinek canan canê xwe feda kirin lê umet înşaellah bû yek.”

Yaz wek dua ragihand ku Îslam namûsa ekber e. Dûvre Yaz duaya xwe wiha domand: “Namûsa herî mezin Qur’an e. Şerefa herî mezin Resulullah e. Kengî sencaxa ku wî daye hejiyaye wê çaxê Mumînan îzzet û şerefa xwe ji dest dane. Di erdnîgara Îslamê de xwîn diherike. Xweda yekitiyê bike nesîbê me.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye