Li Sêrtê bi berdana ava baraja Alkûmrûyê, ava şetê Botanê bi ser re çû. 6 kes di ber avê de çûn. Ji wan cesedên 5 kesan hatin dîtin.
Li gorî îddîayan gava ku devikên baraja Alkûmrûyê hatine vekirin, ava şetê Botanê bilind bûye. Digel ku yesax e jî, welatî li herêma barajê pîknîkê dikin. Ji wan hinek di ber avê de çûn. Tîmên rizgarkirinê sewkî herêmê bûn. 6 kesên ku hatin xelaskirin, sewkî nexweşxaneyê kirin. Lê 6 kes di ber avê de çûn. Heta niha cesedên 5 kesan hatin dîtin.
Li aliyê din serokwezîr Erdoğan, bi telefonê li rayedarên herêmê geriya, di heqê hedîseyê de agahî hildan. Rayedarên şîrketa xwedyê barajê jî, îddîayên ku devikên barajê hatine vekirin derewand.
Çınarın Sesi