Di cinazeyê de ji HDPyiyan teşebusa provoqasyonê

DÎLOK - Di definkirina cinazeyên 37 ku di teqîna li Entabê de ji yana xwe ji dest dabûn de HDPyiyan malbatên ku bi tekbîran cinazeyên xwe defin dikirin provoqe kirin.

Wekê ku tê zanîn li navçeya Şahînbeya Dîlokê bi tevahî 51 kes jiyana ji dest dabûn. Piştî ku nasnameya 37 kesan hat eşkerekirin ev kes di Goristana Yeşîlkentê de hatin definkirin. Hat ragihandin ku komekî HDPyî ji bo ku tekbîr û selewat werin astengkirin her tim slogan avêtiye.

Sekreterê Giştî yê AK Partiyê Abdulhamît Gul, parlementerên Dîlokê Mehmet Erdogan, Ahmet Uzer û Walî Alî Yerlîkaya, Hevseroka HDPê Fîgen Yuksek Dag, Seroka Giştî ya Hevser a DBPê Sebahat Tuncel û Seroka Şaredariya Mezin Fatma Şahîn Beşdarê merasîmê bûn.

Piştî teqîna ku li Taxa Beybahçeya girêdeyê navçeya Şahînbeya Dîlokê pêk hat ji nasnameya 51 kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn 41ê wî hatin eşkerekirin û ji van 41 kesan 37ê wî ji teref xizmên wan ve hatin definkirin.  

Hat ragaihandin dema ku ev kes hatine definkirin komek HDPyî ji ber ku xwediyê cinazeyan tekbîr avêtine û selewat xwendine xwestiye ku vî yekê asteng bikin. Vî yekê jî bi zilxit û siloganan kiriye. Her wiha dema ku ev cinaze hatine rakirin hinek HDPyî bi flemayên xwe hewl dane ku tabûtan pêçin. Piştî hişdariyê ev flama hatine rakirin. (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye