Di derbarê 29 akademîsyenan de lêpirsîn hat destpêkirin

Di danezana ku bi navê “Ji Bo Înîsîyatîfa Akademîsyenan” hatibû belavkirin de ji 29 akademîsyenên ku îmzayên wan di danezanê de hebû re lêpirsîn hat destpêkirin.

Di danezana ku bi navê “Ji Bo Înîsîyatîfa Akademîsyenan” hatibû belavkirin de ji 29 akademîsyenên ku îmzayên wan di danezanê de hebû re lêpirsîn hat destpêkirin.

Di bergeha lêpirsînê de li Mêrsînê 20, li Wanê 4 û li Êlihê jî 4 bi tevahî di derbarê 29 akademîsyenan de lêpirsîn hat destpêkirin.

Li Wanê ji teref Serdozgeriya Komarî ve di derbarê 4 akademîsyenan de lêpirsîn hat destpêkirin. Ji wan 4 kesan Yrd. Doç. Dr. Sharo Îbrahîm Garîb ji terf polêsan ve hat binçavkirin. Lê Erkedarên Lêgerînê Ferhat Keskîn, Sebahattîn Şen û Doç. Dr. Eylem Kiliç di navnîşanên xwe de nehatin dîtin.  

Di derbarê 20 akademîsyenên ku li Zanîngeha Mêrsînê wezîfedar bûn û her wiha di danezanê de îmzayên wan hebûn de jî ji teref Rektortiya Zanîngeha Mêrsînê ve lêpirsîna îdarî hat destpêkirin.

Her wiha di derbarê 5 akademîsyenên ku li Zanîngeha Batmanê wezîfedar bûn de jî ji teref Serdozgerî ve lêpirsîn hat destpêkirin. Rektorê Zanîngeha Batmanê diyar kir ku di derbarê Prof. Dr. Îsmaîl Şîrîner, Yrd. Doç. Dr. Makbule Şîrîner, Yrd. Doç. Dr. Duzgun Çakirca, Yrd. Doç. Dr. Ayşegul Kanbak û Doç. Dr Seçkîn Aydin de jî lêpirsîn dest pê kiriye. (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar