Di derbarê 3 PKKyîyên ku li Diyarbekirê hatin kuştin de daxuyanî

Walîtîya Diyarbekirê di derbarê 3 PKKyîyên ku duh li navçeya Yenîşehîrê hatin kuştin de daxuyanîyek da.

Walîtîya Diyarbekirê di derbarê 3 PKKyîyên ku duh li derdora Benûsena Semta Şehîdlîka navçeya Yenîşehîrê hatin kuştin de daxuyanîyek da.

Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin polês ji  6 kesane şiphedar bûne û xwestine ku wan kontrol bikin.Dema ku polês dikin wan kontrol bikin yek ji van 6 kesan li ser polêsan de guleyan berdide û di navbera wan û polêsan de pevçûn derdikeve.

Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin di pevçûna ku derket de 3 PKKyî hatine kuştin û wiha pêde hat çûyîn: “Di encama lêgerîna şexsan de 3 damençe, bombeyeke desta, 4 carcûrên tijê hatine girtin.”

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin her 3 kesên din bi wesayîtê revîyane û ev kes jî li Bulvara Medîneya Baglarê hatine girtin.

Di derbarê bûyerê de tehqîqeta edlî hêj berdewam dike.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Grûba xozan ke kewte merkezê ca bîyê vêniyaye
Îşkenceya li girtîgehên sîyonîstan eşkere kir
Dikandaran derxistin kolanan
5 hezar û 400 şitlê esrarê hatin bidestxistin
Alîkarê fermandarê cendermeyan û jina wî hatin girtin